Print this page

Ibrahîm Biro: Fedralî di Jenêvê de nayê gotûbêjkirin

6:56:30 PM

RojavaNews: Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Ibrahîm Biro ji RojavaNews re ragihand ku îro roja şemiyê şanda Opozisyona Sûriyê, wê bighe Jenêvê, û di nav wan de şanda Kurd yê ku ji Fûad Elîko , Ebdulhekîm Beşar û Mistefa Oso pêk tê , û piştî sê rojên din şandeke alîkar ji ENKSê  dê biçe Jenêvê .

Herweha Biro serbar kir ku qunaxa yekê ji Jenêv3 dê li ser gihandina alîkariyan ji deverên dorpêçkirî re were gotûbêjkirin ,û qunaxa duwê dê li ser bingihên Sereke bo pêşeroja Sûriyê bin, û di wê qunaxê de nûnerên  kurd dikarin behsa Fedraliyê bikin.

Li ser girtina Deriyê Sêmalka, Biro got ku sedema  wê jiber helwêstên ENKSê û rola wê di vê dawiyê de,û jiber di gotûbêjên Jenev 3 ku PYD tê de beşdar nebû, ew derî girtin.

Afiya Hacî