Rojava News: Şehîd Îdrîs Barzanî kurê mela Mistefa Barzanî di avdara sala 1944 li devera Barzan ji diyak bû, di dema ku temenê wî 2 sal bû li gel bavê xwe çû bo komara Kurdisatnê ya ku li Mehebadê hate ragihand.
Piştî hewilşandina Komara Kurdistanê di sala 1947an de Mela Mistefayê Barzanî li gel 500 pêşmergeyan bir bi Yekîtiya Swfiyet çû.Di wê demê şêx Ehmed Barzanî li gel malbatên pêşmergeyan ji rojhilatê Kurdistanê vegiriya bo başûrê Kurdistanê, ku temenê Îdîrs Barzanî tenê 3 sal bû. Rêjîmê Îraq bo maweyê 11 sal ew dûrxistin bo başûrê Îraqê û li bajarên Basre, Bexde û Mûsil bicih bûn
Îdîrs Barzanî li dibistanên Kerbelaa dixwend ta ku bavê wî nemir mela Mistfayê Barzanî di sala 1958an de vegeriya bû başûrê Kurdistanê ( ku derdoa 12 sala Îdrîs bavê xwe nedîtibû) di wê dem şehîd Îdrîs jî vegiriya başûrê Kurdsitanê.
Di sala 1961ê de di dema destpêkirina Şoreşa mezin ya Îlonê bi serpirştiya nemir Mela Mistefayê Barzanî, rolek serke ya Îdrîs Barzanî hebû û bi taybetî di şerê Çiyayê Hindirîn de ku di Gulana sala 1966an de rû da, ku têde Îdrîs Barzanî serkeftinek mezin bidest anî û ziyaneke mezin gihand rêjîma Îraqê.
Piştre di rêkeftina 11ê avdara sala 1970ê de ku di navbera serkirdeyên şerorşên Kurdî û Hikumeta Îraqê hate Îmzekirin, şehîd Îdrîs Barzanî li gel birêz Masûd Barzanî , di şanda Kurdî de amade bû.
Di hêzirana heman sale de Kongirê PDK li navçeya Gelala hate lidarxistin, û Îdrîs Barzanî wekû endamê Komîteya navendî hate helbijartin.
Piştî rêkeftina navdewletî ya xirab bi navê El-Cezayîr xîyanet ya sala 1975an de Îdrîs barzanî li gel heval û dosta û miletê xwe koçberî Îranê bû û li wê deverê li kampan bicih bûn.
Careka din di maweyeka kurt de, şoreşa Gulan a pêşkeftîxwaz di 26 Gulanê sala 1976 a dest pê kir û Partîya Demokrata Kurdistanê û partîyên din ên Kurdistanî di xebat û têkoşînê de berdewam kirin û piştire ji bo yekxistina hemû şiyanan, hewlên şehîdê herdem zindî (Idrîs Barzanî) ku bi endezyarê rêkeftina giştî hate naskirin, di sala 1988 a bereya Kurdistanî pêkhat û di serhildana Avdara 1991 a dawî bi desthilata dagîrkerên Be'esîyan li vê parçeyê Kurdistanê hat.
Di 31 Rêbendanê(k2)sala 1987an de ku rojeke reş bû li ser Kurdan li bajarê Sîlvana li parêzgeha Ormiyê yê rojhilatê Kurdistanê çû ber dilovania xwedê û li wir bixakê hate spartin
Piştî rizgarkirina başûrê Kurdsiatnê, di 6 Cotmeha sala 1993an de termê wî û bavê wê nemir mela Mistafayê Barzanî hatin veguhestin bo devera Barzan cihê Kurdayetiyê û li nik hev hate binaxkirin.
Li gorî Kesê ku nêzîkî Îdrîs Barzanî bûn, ku eşkere kirin ku Îdrîs barzanî kesekî gelekî ji xwendin û nivsandinê hez dikir û ta derengî şevê pirtuk dixwendin , û bi hersê zimanên Kurdî , Erebî û Farsî dinivisand û dixwend , ji helbestên mela Cizirî û Ehmedê Xanê hez dikir
Hezar silav li giyanên Şehîdên Kurd û Kurdistanê û di serî de nemir mela Mistefayê Barzanî û şehîdê herdem zindî Îdrîs Barzanî.