Rojava News: Rêxistina tund a DAIŞê bi tometa alîkarîkirin û sîxûrikirinê ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xortekî Kurd darvekirin.
Li gor çapemeniya Iraqê, çekdarên DAIŞê li biryargahekî xwe de li bajarê Mûsilê, xortekî Kurd piştî ku hate revandin 20 rojan şûne, biryar li ser digrin ku sizayê darvekirinê li ser bê pêkanîn û tê gulebarankirin.
Berî naha çekdarên DAIŞê xortên 17 salî yên gûndê Bacirbug li şaroçkeya Başîkê revandibûn û piraniya rûniştvanên wî gûndî jî Kurdên Şebekin.
12:20:36 PM