1:21:31 PM
RojavaNews: Duho li hola Dêrika hemko ya li Kampa Domîz ya penaberan li herêma Kurdistanê , sendîkeya hunermendên Rojava –şaxê duhokê , ahengeke xelatkirina çend hunermendên ku bandora netewî di karên wan yên hunerîde berze xelat kirin .
Di merasîmêde gelek hunermend beşdarbûn , digel hin dezgihên hunerî yên fermî li herêma Kurdistanê jiwan : rêveberê çand û hunerê yê Duhokê Eyûb Remedan û Simaîl Hêcanî , û bi beşdariya koma Azadî ya hunerî li kampa Domîzê .
Têde hin hunermend hatin xelat kirin li ser rola wan di karê hunerî de û bandora netewî di hunera wande jiwan jî :
Azad Dîlanî- Şevger Mîrza – Ednan Se,îd – Elî Şêxo .
Rifet Haci