Rojava News: Îro 12 sal li ser karesata yekê sibatê de derbas dibin. Di yekê sibatê de herdû baskên 2 yên binkeyên PDKê û binkeya 3 ya YNK ê de teqîn pêkhatibun û ji bo salvegera vê roja Wezareta şehîdan diyar kir ku îro vê li Hewlêrê merasîmek bîranînê pêkbê.
Gotûbêjê Wezareta Şehîdan û Enfalan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Fuad Osman ragehan: ‘’Ev sal ji ber qeyrana darayî û şer ê DAIŞê bîranîna şehîdên yekê sibatê pir dernaxin pêş, lê merasîm li parka Samî Ebdulrehman ji bo gel û kes û karên şehîdên terorê vê bê pêkanîn.’’
Fuad Osman diyar kir: ‘’ Ji bo birêvebirina vê merasîmê bi rêya Wezareta Şehîdanwe lijneyek pêkhatiye û alîkariya baskê 2 yê PDKê û binkeya 3 ya YNKê ev merasîm tê pêkanîn. Merasîm ji demjimêra 10:00 heta 12:00 ê nîwro pêktê û hemû hemwelatî û kes û karê şehîdan dikarin beşdarbin.’’
Herwiha navborî amaje bi vê kir û got: ‘’Armanc di vê merasîmê de bilindkirina navên wa şehîdane ye û berdewam di hizr û bîramede bin û qehremantiya wan em bikaribin nîşanî cîlê nû jî bidin.’’
Di 01.02.2004ê de li bajarê Hewlêrê dema pêkanîna merasîma cejna qurbanê de li dû baskên binkeyên PDKê û binkeya 3 ya YNKê de ji aliyê terorîstan we di teqîn û bûyerên terorî hatibun pêkanîn û di encam de 101 kes şehîd bibûn ku rêber û kadirên çalak û jêhatî bû, bi taybetî qehremanên wekî Sami Abdurrahman û şewket şêxyezdîn, Mehmûd Halo, Mehdî Xoşnav, Seed Ebdullah, Ekrem Mentiq, Ehmed Rojbeyanî, Emîd Nerîman, şaxewan Ebbas, Xesro şêre, Fuad Çelebî, û di hejmarekî gelek de jî birîndar çêbibûn.