5:19:20 PM
RojavaNews: Şerûpevçûnên di navbera çekdarên girûpên Îslamî yên bi ser Artêşa Azad ve û çekdarên DAIŞê de li Ezaz û gundewarên wê ve berdewam dibin.
Di encamê de, 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 30ên din jî birîndar bûn, ku heya sibeha îro roja Duşemê, Şer li gundê Beraxîde yê Ezazê li gundewarê Helebê berdewam bû.
Li gorî jêderan, çekdarên DAIŞê bi êvarî dest bi êrîşekê li ser gundê navbûrî kiribûn ku ji dest opozisyonê derxînin, û di encamê de jî, hejmarek kuştî û birîndar di nav DAIŞê de çêbûn û hineke din jî dîl hatin girtin.
Ji despêka kontrolkirina gundewarên Ezazê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, bi taybetî di navbera Ezaz û Devera Babê de, şer di navbera çekdarên opozisyonê û çekdarên DAIŞê de berdewam e.