Rojava News: Ji bo piştgiriya şanda Kurdî li Ceneva 3an, rêxistina Domîzê ya PDK-Sê dê aleyeke Kurdsiatnê mezin bilind bike û wê diyariyî sekretirê Giştî yê NY Ban Kî Mon bike.
Mihemed Emîn Ebas endamê komîteya navendî ya PDK-Sê ji Rojava News re ragihand" : Di bin dirûşma (na ji peydakirina aramiyê re li Sûriyê bêyê mafê Kurdan û kêmîneyên din) û ji bo piştgiriya şanda Kurdî li Ceneva 3an, rêxistina Domîzê ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya dê Îro demjimêr 3ê piştî nîvro, aleyeke Kurdsiatnê bi dirêjahiya 221 mitreyan bilind bike û diyariyî sekretirê Giştî yê Netewyên Yekbûyê Ban Kî Mon bike ta ku aleya Kurdistanê di nava aleyên dewletan bê bilindkirin û doza Kurdî bibe yek ji rojevên danûstendinên Ceneva 3an" .
Navbûrî lêzêde kir: "bilindkirina aleya Kurdisanê di nava aleyên dewletan de nameyeke bo Beşar Caferî û kesên wek wî ku tu carî aramî li deverê bi giştî û li Sûriyê bi taybetî çê nabe bêyê ku mafên Kuran û netewên din bûne çespandin".
Nalîn Hesen
08:41:37