Print this page

Rojnameya STAR: Rûsya dixwaze PYD bike Hizbulaha diwê li navçeyê

4:28:29 PM

RojavaNews: Rojnameya STAR a Tirkî, di raporeke xwe de, îro Roja Sêşemê, îdîa kir ku Rûsya dixwaze PYD bike Hizbulaha diwê li Sûriyê, ji ber vê jî piştevaniya siyasî û leşkerî dide wan.

Rojnameyê ragihand ku Rûsya dixwaze nêzîkbûna xwe bi PYD re bike beşek ji stratîjiya xwe li navçeyê, û got ew ê bandoreke mezin a xirab li ser pêşeroja pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê çêbike û aramiya navçeyê têk dibe û lîtokekî gelek metirsîdar e.

Piştî ku Tirkiyê balafira Rûs berya nia xistibû xwarê, Rûsya piştevaniya xwe ji PYD re zêdetir kiribû û gelek caran jî êrîşên esmanî pêk dianîn û rê li ber pêşveçûna çekdarên PYD vedikir