Rojava News: Xwebexşên hêzên Agirî yê Herêma Kurdistanê bi beşdarîbûne gelek mêvan û fermandarê peşmergeyên Kurdistanê bawernameyên rewşenbirî wergirtin.
Bi ermanca rewşenkirina hêzên Peşmergeyên xwebexş çend semînerên wek, Dîroka Kurdistan, Ewlehiya Herêma Kurdistan, Serxwebuna Kurdistan û herweha di Kurdistanê de şer û beşdariya jinê ji aliyê peywendîdaran ve hate dayin.
Di xolê de bi giştî 80 peşmergeyên xwebexş ciyê xwe girtin u 25 jê jin bûn.
Cara yekemîne ku hêjmareke jînên Kurd yên êzîdî bûne xwebexş û beşdarî xola rewşenbîrî bûne.
Di encamkirina xola peşmergeyên xwebexş de Endamê Serkirdeyatiya PDKê û Fermandarê Leqê 20î Alî Awnî, General Nurettîn Herkî, Şêx Lokman jî amadebûn.
Bawernameyên Hêzên Agirî ji aliye Alî Awnî, Nurettîn Herkî û Şêx Lokman ve yek bi yek hate pêşkeşkirin.
Piştî ku bawernameyê peşmergeyê Hêza agirî hatin dayîn ji aliye Grubek Çand û kultur ya Rojavayê Kurdistanê çend stran û govendê Folklara Kurdî hate pêşkeşkirin.
Hate zanîn Jinên xwe bexş yê hêzên Agirî ji bo karibin rêxistina xwe pêşbixin di aliye praktîkî de wê beşdarî kontrolkirina hin deveran bibin.
Şanaz Emin