Print this page

Domîzê .. ji bo piştgiriya pirsa Kurdî li Cenevê, mezintirîn ala Kurdistanê hate bilindkirin

Rojava News: Ji bo piştgiriya pirsa Kurdî li Ceneva 3an, rêxistina Domîzê ya PDK-Sê mezintirîn ala Kurdistanê bilind kir û diyariyî sekretirê Giştî yê NY Ban Kî Mon kir.

Yek ji neşteciyên wê kampê ji Rojava News re ragihand" : ji bo piştgiriya şanda Kurdî li Ceneva 3an, rêxistina Domîzê ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya duh, demjimêr 3ê piştî nîvro, û bi beşdarîbûna bi hezaran ji xelekên kampê, aleyeke Kurdsiatnê bi dirêjahiya 221 mitreyan bilind kir û diyariyî sekretirê Giştî yê Netewyên Yekbûyê Ban Kî Mon  kir ta ku doza Kurdî bibe yek ji rojevên danûstendinên Ceneva 3an" .

Navbûrî lêzêde kir: "bilindkirina aleya Kurdisanê nameyeke bo Beşar Caferî û  kesên wek wî ku tu carî aramî li deverê bi giştî û li Sûriyê bi taybetî çê nabe bêyê  ku mafên Kurdan û netewên din bêne çespandin".

 

Nalîn Hesen

8:35:58 AM