10:10:59 AM
RojavaNews: Duho piştî nîvro li kampa dareşekranê bi sedema Eliktirîkê agir bi xaniyê penaberekî ket , bê ku ziyanên canî rûbidin.
Xaniyê penaberekî li kampa dareşekranê ku li dewsa konê xwede avakiribû , bi sedema Eliktrîkê agir girtiyê , lê şensê baş çi ziyanên canî çê nebûn , tenê hin kel û pelên malê ketin ber şewatê .
Dezgeha xêrxwaziya Barzanî jî li hewarçûna wande çû , bi pêşkêşkirina hin pêdawistiyan , ji xwedanê wê malbatêre .
Rifat Haci