Rojava News: Şanda taybet ya Barack Obama li Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê, biryara çûna Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ji rêveberên PYDê re ragehand û Amerîka jî bi temamî piştîvaniya vê hêzê dike
Li gor zanyariyên BasNews, şanda taybet ya Serokê Amerîka yê ya di hêzên hevpeyman a li dijî DAIŞê, di bin pêşengiya Brett Mc Gork de serdana xwe ya Kurdistana Sûriyê de ji rêveberên PYDê re ragehandiya ku ‘’Amerîka biryara birêkirina Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ji bo rojavayê Kurdistanê daye.’’
Di vê derbarê de Endamê Komîteya Navendî yê PDK-Sûriyê Nûrî Brimo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Amerîka li ser birêkirina hêzên Pêşmerge ji bo Kurdistana Sûriyê razî buye. Amerîka naxwaze hêza xwe rêke Kurdistana Sûriyê, ji ber vê dixwaze bi rêya Kurdistana Sûriyê we nexşeya leşkerî ya nû darijîne.’’
Herwaha navborî aşkera kir ku, biryar berî niha hatiye dayîn. Lê Rusya kete nava şerê Sûriyê de, Amerîka jî biryara xwe guhert. Niha jî metirsî ji bo pêşmergeyê Kurdistana Sûriyê heye, heger biçe Kurdistanê Sûriyê. Ji ber ku pêwîste garantî bê vergirtin ku firokeyên şer ên Rusya û Sûriye wan bombebaran neke. Herwaha got: ‘’Pêwîste çûna pêşmerge ji bo Kurdistana Sûriyê bi rêkeftina Amerîka pêk bê û hêleke sor ji bo vê hêzê bê diyarkirin ku ti hêzek wê bombebaran neke.’’
10:24:55 AM