Print this page

Ta niha 15 zarok bi nexweşiya Şewba Berzana li gundewarên Hesekê mirine

Rojava News: Di heyama mehekê de derdora 15 zarokî ji ber nexweşiya Şewba Berzan li gundewarên Hesekê û Qamişlo jiyana xwe jidest dane.

Li gorî Zeman El wesil, ku li ser zarê hin nojdaran belav kiriye , ku piraniya  zarokên mirî ji Til birak û Til Hemîs in, ew nojdar tekez kirin ku nebûna rewşeke tenduristî ya baş û kêmbûna alavên germkirinê bûne sedem ku rewşa wan zarokan aloztir bibe û derfeta mirina wan zêde kir

Hin çalakvanên bajarê Hesekê tekez kirin ku yekem kes bi şewba Berzan mir keçeke 15 salî bû û ji gundê Eltewarîc li gundewarê Qamişlo bû.

Nalîn Hesen

12:53:28 PM