Print this page

Fransa: Biryara beşdakirina PYD di destê NY de ye

5:17:02 PM

RojavaNews: Wezareta Derve ya Fransa ragihand ku şanda opozisyonê a ku bi rêjîmê re gotûbêjan bike, wê tenê şanda ku li Riyadê hatiye destnîşankirin, be.

Herwiha  wezaretê eşkere kir ku biryara beşdarkirina PYD di wê kongreyê de di destê Netewên Yekgirtî de ye.

Tevî ku Şanderê Navdewletî ji bo Sûryê, Stîvan de Msitura, piştî civîn bi şanda opoziyonê re ragihandibû ku gotûbêjên Jenev3 bi fermî despê kirine, lê hîn jî behsa beşdarbûna PYD tê kirin ku tê gumankirin ku PYD di gera diwê ya gotûbêjan de beşdar bibe.