5:36:32 PM
Rojavanews: Şêwirmendê rêveberê şoreşa Îranê, Elî Ekber Wilayetî, ragihand ku beşdarkirina PYD di Jenev 3 de gelekî girîng û bi sûd e.
Herwiha Wilayetî got “ heya aliyê kurd, ku mebesta wî jî PYD ye, bi parastina axa Sûriyê re be,bi merca ku ew welat a tevahiya pêkhateyan be ji kurd, Elewî, Şîa û Sune, wê demê bêguman beşdarbûna kurdan, gavekî girîng û bi sûd e”.
Wilayetî tekez kir ku hevalbendiya çaralî di navbera welatê wî, Sûriye, Rûsya û Hizbulaha Lubnanî de, nimûneya herî li pêş e, ji ber ku ew ji bo “ mafên Sûriyê yên rewa “ şer dikin.
Rûsya welatê herî zêde bû ku piştevaniya beşdarkirina PYD di Jenev3 de dikir, herwiha şanda rêjîmê jî nerazîbûna xwe ji beşdarnekirina PYD di Jenev 3 de ji De Mistura re nîşan dabû.