5:53:24 PM
RojavaNews: Ji ber bombebarankirina gundewarê bakurê Helebê ji aliyê balafirên Rûsî ve, 2 sivîl ji gundê Çetel Zaretê yê başûrê rojhilatê Efrînê bûne qurbanî û hejmarek din jî birîndar bûn.
Herwiha li gorî jêderan, welatiyê bi navê Îsa Ehmed û keça wî ya bi navê Maya, jiyana xwe ji dest dan, ku balafirên Rûsî ziyaneke mezin gihandin malên sivîlan li wî gundê navbûrî.
Çetel Zaretê, gundek ji gundên başûrê rojhilatê Efrînê ye û ji demekê ve di bin kontrola çekdarên girûpên Îslamî de ye, ku îro balafirên Rûsî bêtirî 10 êrîşên esmanî li ser wî gundî pêk anîbûn.
Êrîşên balafirên Rûsî di demê de tên ku hêzên rêjîmê û milîsên wê ve li ser erdê pêşve diçin û ji herdu bajarokên Nibol û Zehra yên gundewarên bakurê Helebê nêzîk dibin , ku niha nêzîkî 7 km jê dûr e, û nêzîkî 10 km ji sînorê başûrê rojhilatê Efrînê dûr e.