Print this page

Kurdeke Êzdî bû berbijêra xelata Nobelê

6:31:12 PM

RojavaNews: Ajansa Associated Press a Amerîkî, ragihand ku ji nava 200 berbijêrên wergirtina Xelata Nobelê ji bo sala 2016an, keça kurd a Êzdî, Nadiye Murad, jî bûye berbijêr.

Herwiha Wezareta koç û Koçberan a Hikûmeta Yekgirtî ya Îraqê, navê Nadiye Murad weke berbijêr ji bo wergirtina Nobelê pejrandibû.

Herwiha serkirdeyê Partiya Çepger a civakî û Parlemanterê Norwêcî, Odin Lîspakin, Nadiye wek berdevka qurbaniyên rêxistina DAIŞê pêşinyar kir.

Nadiye Murad, yek ji wan qurbaniyên kurd ên Êzdî ye ku ketibû nav destên çekdarên DAIŞê û rastî destdirêjiya seksî hatibû, û karîbû xwe ji nav destên wan rizgar bike, berya niha di civîneke Encûmena Ewlekariyê de jî bedar bibû û behsa çîroka xwe û keçên kurd ên Êzdî kiribû.