Rojava News: Careke din terorîstên DAIŞê herdû gundên El-Qubê û Til El-Ebir yên bi ser Kobanî ve topbaran kirin.
Li gorî agahiyên Rojava News, duh terorîstên DAIŞê ji Çiyayê Elşamiyê ya bi ser Cerablusê ve topên Hawanê avêtin gundê El-Qubê û Til El-Ebir.
Hate zanîn ku derdoa 10 topan li wan gundan ketin û di encam de ziyanên madî giha mal û milkên gundiyan.
Herdû gundên El-Qubê û Til El-Ebir dikevin başûrê rojavayê Kobanî, û piraniya neşteciyên wan Ereb in.
Nalîn Hesen
8:46:35 AM