6:34:37 PM
RojavaNews: Îro roja pêncşemê 4 . 2 . 2016 , çekdarên PYD li Girkê Legê Endamê Komîteya Şêwermendiyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê- Sûriya Ehmed Mecîd Mehemed serbest berdan bêyî, ku ti tuhmetekê raserî wî bikin .
Rojnemevan Berzan Hisên ji RojavaNews re ragihand , ku Mecîd Mehemed got ku çekdarên PYDê ew birin Asayîşa Rimêlanê û lêpirsîn pê re kirin bêyî ku ti tuhmetekê raserî wî bikin .
Herwiha Mihemed diyar kir ku piştî lêpirsîn pê re hat kirin ,ew avêtin nav girtiyên tawanan û bazirganên çekan da ku ji qedrê wî kêm bikin.
Can Yusif