4:43:31 PM
RojavaNews: Raporteke telefizyoneke Rûsî dîmenên perwerdekirina qenaseyên Hêza sotoro ya bi ser rêjîmê ve li Bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê, belav dike.
Li gorî ANNA News, Leşkerên rûsî hejmarek keçên Xiristiyan yên hêza Sotoro li ser bikaranîna qenaseyê perwerde dikin, ku keçên hêza sotoro têde dibêjin ew dixwazin ligel xortên hêza sotoro bi rûsan li Sûriyê şer bikin û berevaniya li ber welatê xwe bikin.
Sotoro hêzeke pêkhateyên Xiristiyanan ne û bi ser rêjîmê ve ye, berya niha jî rêjîmê ew şandibûn Parêzgeha Humsê û şerê hêzên opozisoynê kiribûn û di dema vegerê de, alîgirên rêjîmê bi ala rêjîmê pêşwaziya wan kiribû.