Print this page

Koçka Qamişlo di derbarê mafê mirovan de semînarek li darxist!

Rojava News: Şaxê Koçka Qamişlo yê li Kempa Darasikranê  li navenda Korav ya cîhê kombûna semîneran di derbarê mafê mirovan de bi beşdariya Navenda Boncik  civînek lidarxist.

Li ser vexwandina Koçka Qamişlo navenda Ahmet Boncik ya Mafê Mirovan li Kempa Daraşikranê seminarek di derbarê mafê mirovan û fişarê li ser xelkê Sûriyê semînarek li darxist.  Semînar ji alîyê Ferman Buncak  û İcîl Mizoorî ve  hate birêvebirin.

Jimareke baş ji xelkê kempa Daraşikranê û gelek çalakwanê kempê di semînarê de amede bûn.

Herweha di semînarê de pêdaçûna mafê mirovan û astengiyê ku li pêş çalakvanê Mafê mirovan derdikevin û herweha berpirsiyarîyê ku dikevê ser milê dezgehên mafê mirovan hate sekinandin. U hemen demê pirsgirêkên li sertanserê cîhanê derdikevê pêş xelkê Sûri û bi teybet jî pêkhateya Kurd li Sûrî hate nêrxandin.

Buncik di axaftina xwe ya semînarî de got; Îro ji her demî bêtir pêvistiya me bi çespandina mafê mirovan û prensîbên mafê mirovan heyê.

Bonik balkeşand ser wê yekê ku pêviste alikariyeke mezin bê kirin ji bangewaziya Dewleta Kurdî ya Serok Berzanî re.

 

Şanaz Emin

11:30:42