Rojava News: Artêşa Tirk hêzên xwe li herêma sînor ya beramberî embarên genim ya Girê Spî zêde dike û embaran bi çekên giran hedef digre.
Artêşa Tirk şevêdin ji demjimêr 06:30an de embarên genim yên Girê Spî bi çekên giran kiriye hedef û her wiha hêzên xwe li ser sînorê hemberî embarên genim jî zêde kirin.
Li gorî hin çavkaniyan hêzên artêşa Tirk ber bi Girê Spî ve pêşde hatine û embarên genim bi çekên giran hedef girtine.
Rayedarên Rusya jî beriya niha ragihandibûn ku planên Tirkiyê û Erebistan Sudî hene ku di bejahiyê de bikeve Rojava û Sûriyê de.
Berî niha jî hin çawkaniyên YPG’ê destnîşan kiribûn ku ger destwerdanek ya hêzên Tirkiyê ser sînorê me çêbibe, wê bê bersiv nemîne.
Lê belê rayederên Tirkiye jî div ê derbarê de dibêjin hewleke me ku em bikevin xaka Sûriyê tunneye.
11:38:59