Print this page

Cizîrê: Di Avahiya şewitî de zarokek 16 salî hate înfazkirin

Rojava News: Di avahiya ku doh li Cizirê di encama hawanên hêzên ewlehiya Tirkiyê de agir pêket 9 kesan jiyana xwe ji dest dan 25 kes jî birîndarbûn, herweha zaroka 16 salî ku xwest xwe rizgar bikî bi destê nişangiran ve  infazkirin.

Di avahiya ku di encama topên hêzên ewlehiya Tirkiyê ku isabet kiribû de şewat derket û di şewatê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndarbûn.

Hat zanîn kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û kesê ku birîndarin hemû di avahiyê dene û dewleta tirkiyê derfet nadê ku ambulans biçin cihê buyerê.

Hat zanîn zarokê bi navê Abdulah Gun (16) yê ku dema ji binahiya agir pêketî xwest derkeve ji aliyê nişangirên dewleta Tirkan ve hate înfaz kirin.

 

Şanaz Emin