Print this page

Efrîn: Leşkerên Tirk zaroka 9 salî kuştin!

Rojava News: Hêzên Artêşa Tirk li ser sînorê gundê Bêkê yê Efrînê zaroka keç 9 salî kuştin.

Gundiyê  Bêkê ku dikevê ser Sînorê Efrînê û bakûrê Kurdistanê  cenazeyê zarokeke 9 salî dîtin. Nasnameya zaroka keç nehatiye nasîn. Lê belê li gorî ku gûndiyê Bêkê dane diyarkirin; Doh berbi êvarî keçek û dayika wê berê xwe dane sînor da ku derbasî aliyê Bakûrê Kurdistanê bibin.

Her li gorî zanyariyê ku gundiyê deverê dane Rojava News: 2 gule li sînga vê zarokê ketine û ji ber vê jiyana xwe jidest daye .Li gorî idiayên hin gûndiyan dema zarok bi dayîka xwe re berê xwe dane sînorê Bakûrê Kurdistanê û li ser destê cendereyên Tirki ve hatine gılebarankirin û zarok hatiye kuştin. Li di derbarê dayikê de tû agahî nehatine wergirtin.

Tê zanîn ev demeke dirêje hêzên artêşa Tirk di ser sînorê Efrînê re êrîşî hemwelatiyên herêmê dike. Ji ber êrîşên leşkerên Tirk heta niha bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

12:53:07

 Şanaz Emin