Rojava News: Kurekî 8 salî yê ji Kobanî li bajarê Tirkiyê Mersînê ji bo fidye hate revandin û ji ber xemsarî bune sedem ku ew zarok bê kuştin.
Grubek ji kesên Kobaniyê zarokêk 8 salî revandin, û dawa fidye bi qasî 100 milyar lîreyên Tirkiyê kirin da zarokê radestî malbata wan bikin.
Gruba ku zarok revandine bi bavê wî re ketine peyvendiyê û jêre gotine ”Ger tû 100 milyar lîreyên Tirkiyê amadebikê û radestî me bikê emê kurê te bidin te.”
Hate zanîn bavê kurê bi navê Siraç Şahîn Xebeş yê 8 salî pere amadekirin da kurê xwe bistînê, lê mixabin dema randevuya wan, ji aliyê kesên nenas ku texmînkirin grubeke ji Kobaiyê ye termê zarokê 8 salî avêtine ber derî û reviyane.
Li gor zanyariyên ji bavê Sîraç hatine wergirtin; “Kurê wa di kîsekî de fetisî hatiye dîtin, û di nava kîs de pembu li ber devê wî hebuye, û bi battaniyekê jî pêçandine.”
Li gorî ku bavê kurik iddîa dike; Kurêwî bi xeletî hatiye kuştin, dema ku xwestine zarokê bê dengbikin devê wî tijî pembû kirine, û di kîst de girêdane zarok ji bê hewayî fetisiye.
Lewra dema termê zarok avêtine ber derî dawa pereyan nekirine û reviyane.
13:11:53
Şanaz Emin