Print this page

Jandirmeyan dar hilkirin û dîwar ava kirin

07:57:20PM

RojavaNews: Îro li rojavayê Bajarê Efrînê, jandirmeyên tirk ji aliyê gundê Qermîtliq anavçeya Şiyê ve derbas bû û bêtirî 100 darên zeytnûnan hilkirin.

Herwiha Artêşa Tirkiyê dîwar li ser sînorê heman gundî danîn, ku bi nêzîka 10 km dîwar ava kirine li ser sînorê navçeya Şiyê bi Bakurê Kurdistanê re, ku li aliyê navçeya Cindirêsê ve jî Artêşa Tirkiyê dîwarek bi dirêjahiya 11 km û bilindbûna 3 m, ava kirine.

Berya çend caran jandirmeyên tirk sînorê Efrînê derbas kirin, û ji 3 salan ve berdewam dîwaran li ser sînor ava dike, wek li ser sînorê Navçeya Şera, Cnidirêsê û Şiyê.