08:03:51PM
RojavaNews: Rêjîma Sûriyê di pêşveçûna xwe de li gundewarê bakurê Helebê berdewam e, ku fermdarekî Artêşa Azad, yê bi navê Eqîd Mazin Helaq, bang li hêzên opozisyonê kirin ku li gundewarên Helebê kom bibin û rê li ber pêşveçûnan rêjîmê bigirin.
Herwiha Helaq got ku rêjîmê bajarokê Rityan kontrol kir û niha amadekariyên xwe dike ku herdi bajarokên Enedan û Heyanê jî kontrol bike.
Ji ber êrîşên balafirên Rûsî û êrîşên rêjîmê, bêtirî 40 hezar kes koçberî Efrîn û Ezazê bûye, û hîn bi hezaran li ber deriyê Beb Selamê asê mane.