Rojava News: 18 kes ji zindanên DAIŞ’ê yên bajarê Babê reviyan û xwe gîhandin bajarê Kobanî li Kurdistana Sûriyê.
Li gorî agahiyên Rojava News, ew 18 kes ji xelkê gundê Qulanê yê Kobanî bûn, di deman ku balafirên Hevpeymaniya navdewletî li DAIŞê didan li Babê, ew 18 kes derfeta revandinê ji zindanên DAIŞ’ê yên li wî bajarê dîtin û karîbûn xwe xelas bikin û xwe gîhandin Kobanî.
Ew 18 kes ji gundê Qulanê yê ku 75 km dikeve başûrê bajarê Kobanî bûn, û di 23 Gelawêja sala 2015an de ji aliyê rêxistina teroristî DAIŞê hatin girtin.
Nalîn Hesen
8:54:49 AM