Rojava News: Li Amedê Konferansa bi navê “Li Kurdistanê Bidawîanîna Şer û Perspektîfên Çareseriyê Yên Siyasî” ku ji aliyê 6 partî û rêxistinên siyasî ve hatiye organize kirin berdewam e.
Dohî rûniştina yekem bi encam bu ku li ser pirsa Kurdan rawestiyan. Hemu beşdarvanên konferansê di rawestandina şer û wek miilletek nasîna Kurda de yekalî bun.
Di Konferansê de bang li Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê jî hat kirin ku şerê çekdarî ji nava bajaran bê dûrxistin. Herwiha rexne li perspektîfa HDPê ya Tirkiyeyîbûnê jî hat girtin û li şuna vê yekê hate xwestin ku Kurd weke milletekî cîhanê bigihe mafên xwe yên Kurd û Kurdistanî. Konferans Îro jî berdewame.
Li Bakurê Kurdistanê, şer û alozî li ser hemû aliyên jiyanê bandorên neyînî dike. Loma 6 partî û rêxistinên Kurdistanî; Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK, Partiya Azadiya Kurdistan PAK, Partiya Demokratîk a Kurdistan -Bakur PDK-Bakûr, Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP, Hereketa Azadî û PAK-Kurd, Konferansek bi navê “Konferansa Bidawîanîna Şer Li Kurdistanê û Perspektîfên Siyasî Yên Çareseriyê” saz kirin. Konferans dê 2 rojan berdewam bike û siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û nivîskar beşdar in.