12:30:52 PM
Rojava News: Duh roja şembiyê mamoste Hesen Salih endamê ofîsa siyasî di partiya Yekîtîde li navenda komeleya Soparto ya li Qamişlo simînarekli ser dîroka tevgera kurdî di Sûriyêde lidarxist.
Bi amadebûna hin nivîskar û nûnerên partiyên siyasî û guhvedêrên dîroka kurdî li Qamişlo , duh Hesen Salih di Simînarekêde serborek li ser destpêka hestê netewî di Sûriyêde û damezrandina tevgera rizgarîxwaza Kurdî li Kurdistana Sûriyê tomarkir .
Di simînarêde Salih tekezî li ser bîranînên xwekir weke dîdevanekî li ser qûnaxên ku tevgera kurdî li kurdistana Sûriyê têre bihûriye , ji lewra got :" ev têbînî û boçûnên minin ,belkê hin bemire li ser nakokbin , lê her dimîne dawaziya min di ronîdanekêde li ser xebata Kurdî di Sûrîde ji bo bidestxistina mafê xwe yê rewa , yak u hêjî xebat di berde tê kirin û qurbaniyan didin da pêkbînin".
Li dawiyê gelek têwerdan hatin kirin di mijarêde , û gelek nêrînên cuda hatin bi zarvekirin , yak u Salih amaje pêkir û got :" ev Bîr û baweriyên jev cuda delîleke ser pêşketina miletê me û zengîniyame bi rewşenbiran".
Rifat Hacî