1:44:54 PM
Rojava News: Bazirganên şênî û fêkî li Qamişlo dukan ji ber Ruxseta PYDê girtin û li kolanan rizqê xwe raxistin ji firotinêre.
Li bajarê Qamişlo piştî neçarkirina xwedan dikanên li Sûka Hal ya şînî ji aliyê desthelata bi zorêve ya ku navê xwe kiriye Rêveberiya xweser , ji bo wergirtina rêpêdanê(Ruxsetê ) ji temwîna wan , xelkê bajêr tûşî qeyranekê hatin, herweha bazirganên ku bê kar mane piştî girtina dukanên wan û kêm deraviya neçarbûn ku kel û pelên xwarinîê ( şînî û fêkî) li ser kolana sereke li bajêr rayêxin da jiyana zarokên xwe dabîn bikin.
Bi vî rengî sûka şînî ya nû li Qamişlo ev sê rojin pêşwaziya kirîn û froştinê dike.
Rifat Hacî