Print this page

PYDê gule berda malên welatiyan li gundewarên Amûdê

Rojava News:  Fîşekên Duşka ji bingehên rahênankirina çekdarên PYDê li ser gundê Cewheriyê yê bi ser gundewarê bajarê Amûdê ve diçin.

Li gorî agahiyên Rojava News, eve çend care guleyên çeka ji çura Duşka ji bingehên rahênankirina  çekdarên PYDê bi ser gundê wan ve tên bê ku PYDê  metirsiya wan gulleyan li ser jiyana welatiyan berçav bike.

Tê zanîn ku beriya niha jî çend welatiyên kurdistana Sûriyê di armanca guleyên bê armanc yên çekdarên PYDê jiyana xwe ji dest dan.

Gundê Cewheriyê 2 km dûrî gundê Til Hebeşe ku çekdarên PYDê li wî gundê rahênanê dikin.

Lana Mihemed

9:01:14 AM