Rojava News: Rêjîma Esed li bajarê Qamişlo çend biryarên nû derheqê fermanberan derxist.
Li gorî agahiyan, Rêveberiya leşkeriya neçar ya bi ser rêjîma Esed ve li bajarê Qamişlo yê kurdistana Sûriyê hejmarek ji biryaran di derheqê fermanberên di dezgehên hikumetê de kar dikin stand.
li gor wan biryaran ku fermanber mûçe wernagire eger liqê leşkeriya neçar anku (Şibet Eltecnîd ) erê neke.
Herweha li gorî wê biryarê, temenê kesên xwestek ji leşkeriya yedek re bû 42 sal.
Ji aliyekî din ve, li bajarê Hesekê yê kurdistana Sûriyê çekdarên rêjîma Esed dest bi helmeteke girtinê di dezgehên hikumî de kirin û kesên temenê wan jêr 45 salî be birin çiyayê Kewkeb ji bo rahînankirina wan ji leşkeriya neçar re.
Nalîn Hesen
9:30:52 AM