Print this page

Ebdelhekîm Beşar: Me ji De Mistora xwestiye Behzad Dorsin serbest were berdan

Rojava New: Ebdelhekîm Beşar endamê polîtbîroya partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya û endamê Desteya Bilind ya Giftogoyan ya Opozisiyona Sûriyê li ser dubare lidarxistina kongirê Ceneva 3an, di pirograma hevpeyvîna ARKê de got: "Tu gerentiya wê yekê tuneye, herweha  dubare lidarxistina Kongirê Ceneva 3an girêdayî ye bi  pabendiya rêjîma Esed bi mercên giftogoyan û Kongirê Miyonix yê Almanyayê".

Navbûrî her weha got: "Me listeyek navê serkirdeyên opozisiyona Sûriyê ku hatine girtin radestî De Mistora kirine û di serê wê lîsteyê de Behzad Dorsin endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya ku di 24ê Cotmeha 2012an de ji aliyê çekdarên nenas ve hat revandin ku ew navçeya lê hatiye revandin dibin kontirola çekdarên PYDê de bû."

Herweha li ser pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê, Ebdelhekîm Beşar eşkere kir ku  pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê  wê beşek ji artêşa Sûriyaya nû di pêşeroja Sûriyê de bin.

Nalîn Hesen

10:39:26 AM