1:53:41 PM
RojavaNews:Jêderên Rojava News ji Qamişlo diyarkirin ku çar balefirên tijî çek û teqemenî li balefirgiha Qamişlo hatin valakirin.
Jêderan gotin : "duh li Qamişlo civîneke hevbeş di navbera serkirdeyên YPGê û berpirsên Ewlekariyê û leşkeriî yên rijîma Esed de, di çargoşeya Emnîde li Qamişlo hatibû li darxistin" .
Her weha jêderan tekes kirin, ku çar balefirên rijîma Sûriyê tijî çek û teqemenî vê sibê li balefirgiha Qamişlo danîn ,ya ku hişt kombûneke lezgîn were girêdan de ku pilaneke sipartina wan çek û teqemeniyan were danîn , ji bo radestî çekdarên YPGê werin kirin , bi armanca despêkirina piroseya helmeta destserkirina Şeddadê ya ku heşargiha Da,işê ye di başûrê hesekêde .
Jêderan serbarkirin : armanca hêzên Esed ji vê alîkariyê , hewildaneke ji peydakirina rêçikeke hatûçûnê dinavbera Heseke û Dêrazorêde bi dest xwe bixîne .
Herweha amadekariyên xwe ji beşdariya wî şerî re kirina li gel çekdarên PYDê bi tevlîbûna (Elwiyet Eltetewwih ) li hesekê , yên hatine rahênankirin li ser destê milişyetên Hizbullaha lubnanî.
Rifat Haci