15:46:54PM
RojavaNews: Çend roj in koçberiya ji gundewarê Helebê ber bi Efrînê ve berdewam e, ku di wan 5 rojên bûrî de, bêtirî 25 hezar koçber derbasî Efrînê bûne.
Ji ber hejmara zêde ya koçberan, piraniya wan li çolê dimînin û cihek ji wan re tine ku lê bimînin, ji ber vê jî Desteya xweparastinê ya bi ser YPG ve amadebûna xwe ji bo vekirina korîdoreke mirovî ragihand ku koçber ji deverên cuda ji gundewarên bakurê Helebê karibin derbasî Efrînê bibin.