Print this page

Efrîn… 80 çekdar ji Idlibê derbasî Ezazê bûn

16:26:38PM

RojavaNews: Piştî îmzekirina rêkeftinekê berya çend rojan di navbera YPG û Encûemna Leşkerî ya yekgirtî de ya opozisyonê di derbarê veguheztina penaberan ji Ezazê bo Idlibê, duh roja Yekşemê, YPG rê ji 80 çekdarên opozisyonê re vekir ku bi rêya Efrînê ji Idlibê derbasî Bajarê Ezazê bibin.

Ji ber pêşveçûna hêzên rêjîmê li gundewarên Ezazê, ew hêz ji Idlibê derbasî Ezazê hat kirin ku karibe rê li ber pêşveçûna hêzên rêjîmê bigire û negihe deriyê sînorî yê Bab El-Selamê yê Ezazê ku niha di bin kontrola hêzên opozisyonê de ye.