Print this page

Hêza Sûriyaya Demokrat li gundewarê Ezazê pêşve diçe

16:32:25PM

RojavaNews: Hêza Ceyş El-Siwar a nêzîkî YPG û a di nav Hêza Sûriyaya Demokrat de li gundewarê Ezazê pêşve diçe.

Li gorî zanyariyên herî dawî jî, hêza navbûrî her yek ji bajarokê Dêr Cimêlê û herdu gundên Elqemiyê û Merenazê kontrol kirin û ji balafirxaneya Minixê ya leşkerî jî nêzîk bûye.

Berya niha bi çen rojan jî, YPG herdu gundên Çetel Zaraetê û Xirêbkê yên gundewarên başûrê rojhilatê Efrînê kontorl kiribû, herwiha girek bi navê Girê mişkan, yê di navbera herdu gundên Mezin û Başemre yê li başûrê rojhilatê Efrînê kontrol kiribû.