22:14:43 PM
RojavaNews: Komîteyên Hevrêziyê yên xwecihî li Sûrî di daxuyaniyekê de îdîa kirin ku Rêjîm li Bajarê Qamişlo li çargoşeya ewlekariyê li nêzîkî sebih behrat bi hin fermandarên YPG re hevdîtin pêk anîne.
Herwiha daxuyaniyê got ku civîn duh roja Yekşemê hin fermandarên Rêjîmê û YPG derbarê amadekariyên operasyoneke hevbeş ji bo kontrolkirina bajarokê Şedadê li başûrê Hesekê, civiya bûn.
Daxuyaniyê eşkere kir ku sibeha îro roja duşe,ê, rêjîmê 4 barên çekdan ji YPG re şandin balafirxaneya Qamişlo ya navdewletî, daku rêjîm korîdorekê jê hêzên xwe re li Dêrezorê veke ku ji aliyê rêjîmê ve dorpêçkirî ne.
Herwiha daxuyaniyê îdîa kir ku heman civîn li Bajarê Efrînê jî hat lidarxistin, ku têde behsa çawaniya derbasbûna hêza Sûriyaya Demokrat ber bi Balafirxaneya Minixê ya leşkerî.
Daxuyaniyê got ku balafirên Rûsî êrîşên xwe li gundewarê Ezazê tundtir kirine ku rê ji hêza navbûrî re veke û derbasî Balafirxaneya Minixê bibe.