Print this page

Giropên Îslamî Şêx Maqsûda Kurdan topbaran dike

Rojava News: Duh, Cebhet Elnusra (baskê Elqaîdê li Sûriyê) û Ehrar Elşam, taxa Şêx Maqsûd ya kurdan li Helebê topbaran kirin.

Hin jêderên taybet ji Rojava News re eşkere kirin, ku herdu girupên Îsalmî yên radîkal (Cebhet Elnusra û Ehrar Elşam) ji aliyê rêya Kstêlo ve topên Hawanê avêtin taxa Şêx Masqsûd.

Di encama wê yekê de, 4 zarokên Kurd yên bi navê Asiya Omer(11 salî), Norşan Omer(10 salî), Hêvîn Omer (14 salî) û Xensaa Mihemed (15 salî) birîndar bûn.

Tê zanîn ku ev derdora 2 mehane  taxa şêx Maqsûd ji aliyê Girûpên Îslamî yên radîkal tê topbaran kir.

Nalîn Hesen

 10:40:50 AM