Rojava News: Xuşka serokê Amerîkayê Barak Obama xortekî Kurd ji Efrîn li Almanyay xelat dike.
Ji ber karê wî yê xwebexşî li Almanyayê, Xortê Kurd yê bi navê Hîmen Mihmûd Birîmû li Berlîna paytexta Almanyay ji aliyê Oma Obama Xuşka serokê Amerîkayê Barak Obama ve hat xelatkirin û xelata bi navê (Special – Awards) wergirt.
Oma Obama dibêje ji ber ku Hîmen Mihmûd Birîmû bi zûtirîn dem fêrî zimanî Almanî bû û karê xwebexşî kir ew hate xelatkirin.
Ji aliyê xwe ve jî Hîmen Mihmûd Birîmû ji Rojava News re ragihand ez gelekî kêfxweş û serbikind im ku min ev xelat wergirt, û ez vê xelatê diyarî Kurd û Kurdistanê dikim
Nalîn Hesen
11:12:24 AM