17:54:41 PM
RojavaNews: Di berdewambûna hatina koçberên gundewarê bakurê Helebê ber bi Efrînê ve, di wan 6 rojên bûrî de nêrîkî 30 hezar koçber derbasî Efrînê bûne.
Her li gorî amarên despêkê jî, nêzîkî 15 hezar koçber ku 2215 malbet in li navenda bajêr hatine bicîkirin, li Navçeya Şera 7400 ku 1050 malbet derdikevin, li Navçeya Bilbilê jî 3600 ku 514 malbet in.
Herwiha li her yek ji Navçeya Reco 269 koçber ku 38 malbat derdikevin, li Navçeya Şiyê jî 250 ku 36 malbet derdikevin, û li Şêrawa jî 1800 koçber ku ji 257 malbet pêk tên û li Navçeya Mebeta jî 1200 ku 172 malbat in.
Herwiha di nav wan 30 hezar koçber de ku berên xwe dane Efrînê, 15255 zarok hene, ku temenên wan ji 3 heya 7 saliyê ne.