Print this page

Artêşa Tirkiyê hezar ji penaberên Kurdistana Sûriyê li ser sînorê bi Herêma Kutdistanê re girtiye

23:48:50 PM

Taybet RojavaNews: Jêdereke taybet ji RojavaNews re ragihand ku Artêşa Tirkiyê bêtirî hezar ji penaberên Kurdistana Sûriyê, dema ku dixwestin ji Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyê bibin, girtine.

Li gorî Jêdera RojavaNews, Artêşa Tirkiyê penaberên kurd li kampeke li Devera Şemzînanê a Kurdistana Tirkiyê û li ser sînor bicî kirine û rewşa penaberan jî di metirsiyê de ye.

Herwiha jêdera RojavaNews tekez kir ku penaberekî Kurdistana Sûriyê ji nêza re û ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye, û got ku hîn 10 penaberên din tendirustiya wan gelekî xirab bûye, ku ev çend roj in xwarin li ser hatiye qutkirin.

Penaberan bi rêya RojavaNews bang li hemu saziyên civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî kirin ku bi hewara wan ve biçin û ji wê rewşa xirab rizgar bikin, ku eger rewşa wan bi wî awayî berdewam be, wê jiyana penaberên din jî têkeve metirsiyê.

Rojane bi sedan ji penaberên Kurdistana Sûriyê, ku li Herêma kurdistanê dimînin, berên xwe didin sînorê bi kurdistana Tirkiê re ku karibin bi rêya Deryaya Îcê re xewe bigihînin Ewropa, lê ev çend roj in ku penaber ji aliyê jandirmeyên tirk ve tên girtin û li kampeke Şemzînanê tên bicîkirin, û rewşa wan her diçe têk diçe û dikeve metirsiyê.