Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Netewên Yekbûyî re ragihand: “Gelê Kurdistanê bi ti awayî dest ji maf û hêviyên xwe bernade.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh pêşwazî li Nûnerên Taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jan Kubis û Nûnerê NY yê li Hewlêrê Sokol Kondy kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermiya wê hatiye belavkirin, ragihand ku Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jan Kubis duh civiyane.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di civînê de Barzanî û Kubis li ser rewşa siyasî û ewlehiya deverê û Iraqê, kirîza aborî û darayî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê gotêbûj kirin.
Di civînê de herwiha Barzanî û Kubis tekezî li ser encamdana reformê û herwiha pêwîstiya bi hawarhatina civaka navdewletî bo alîkaririna Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jan Kubis rewşa zehmet a darayî ya Herêma Kurdistanê, erkê giran ê xerciyên şerê li dijî DAIŞê, hewandina aware û koçberan bi bîr xist û amaje bi wê kirîza darayî kir, ku ew demek e Iraq û Herêma Kurdistanê rastî wê hatine.
Jan Kubis herwiha Barzanî ji wan hewl û çalakiyên xwe yên bo dîtina çareseriyekê bo derbasbûn ji wê kirîzê û alîkarîkirina Bexda û Hewlêrê di warê darayî de agahdar kir, ku wî ligel balyoz û nûnerên welatên ewropî û koma G7 pêk anîne.
Daxuyanî herwiha dide xuyakirin, ku di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amaje bi proseya siyasî ya Iraqê û rola Kurd têde kir û got: “Gelê Kurdistanê zêdebarî gellek qurbaniyan û dîrokek dûr û dirêj a xebat û têkoşînê, bi hemp şiyanekê hewl da ku tenahî û pêkvejiyan, demokrasî û federalî li Iraqê were bicihkirin.”
Barzanî herwiha ji Nûnerê NY yê li Iraqê Jan Kubis re ragihand: “Gelê Kurdistanê herwiha rijd e li ser daxwaz û mafên xwe û ti cure guvaşên siyasî, aborî, leşkerî û ewlehî nikarin wisa bikin ku gelê Kurdistanê dest ji maf û hêviyên xwe berde.”
Her du aliyan nêrînên xwe derbarê proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de jî anîn ziman.
Di beşeke din a hevdîtinê de Kubis bi helkevta dawîhatina erkên Nûnerê NY li Hewlêrê Sokol Kondy spasiya Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku di dema karkirina wî de hêsankarî jê re kirine û alîkarî dane wî û saziyên ser bi NY ve.
Barzanî jî destxweşî li Nûnerê NY yê li Hewlêrê kir û hêviya serkevtinê jê re xwast.