Print this page

Çekdarên PYDê 70 xort li Tirbesipiyê girtin

Rojava News: Duh, danê Sibehê çekdarên PYDê helmeteke girtinê derheqê xortên bajarokê Tirbesipiyê pêk anî, û derdora 70 xortî girtin.

Li gorî agahiyan, duh li bazara bajarokê Tirbesipiyê, çekdarên PYDê 70 xort bi hinceta leşkeriya neçar girtin ku 15 ji wan kurd bûn û yê din ji pêkhatiyên Ereb û Xiristiyan bûn.

Herweha hin welatiyên wî bajarokî eşkere kirin ku PYDê avête ser dibistana Fayiz Mensûr û gelek xwendevanên herdû qunaxa navendî û amadeyê girtin.

Heman welatiyan dan xuyakirin ku ew girtî hatin veguhestin bo navendên leşkeriya neçar yên PYDê li herdû gundên Girzîro û Til Beyder.

Lana Mihemed

9:38:03 AM