Rojava News: Li taxa Cudî ya Cizîrê cenazeyên 27 welatiyan bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Parlamenterê Partiya Demokratîk (HDP) yê Şirnexê Faysal Sariyildiz got, 27 cenazeyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Li gor nûçeya TRT pêr li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di encama operasyona hêzên Tirk de “bi dehan” kes hatibûn kuştin.
Parlamenterê HDPê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihand li taxa Cudî ya Cizîrê cenazeyên 27 welatiyan bi ambulansên şaredariyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Li gor agahiyan du roj berê hêzên dewletê avahiya ku bi dehan kes têde asê mabûn bombe kiribû û şewitandibû.
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demîrtaş di civîna koma partiya xwe de derbarê birîndarên li taxa Cudî ya Cizîrê li zêrzemîna avahiyekê de asê mabûn got: “Qenaeta me ew e ku tevahiya kesên jêrzemînê de hatine kuştin.”
Demîrtaş herwiha anî ziman dore 70-90 kesan li nêzîk wê avahiyê hene.
09:48:16