5:18:28 PM
RojavaNews: Çekdarên Partiya Yekîtî ya Demokrat PYD dest bi hilmeteke girtina xortan li bajarokê Girkê Legê kirin.
Jêderek ji RojavaNews re ragihand, ku çekdarên PYD bi dehan Xort li ser rêbendên xwe li bajarokê Girkê Legê, bi hiceta leşkeriya neçar ya ji aliyê wan ve hatiye ferzkirin, girtine.
Bi sedan xort li seranserî Kurdistana Sûriyê ji ber leşkeriya neçar, ji aliyê PYD ve hatine girtin, û gelek ji wan tevlî eniyên şer bûne û hinek ji wan jiyana xwe ji dest dane.