Print this page

Lavrov: Gihandina Efrînê bi Kobanê ve rê li ber derbasbûna çekdaran digire

5:38:28 PM

RojavaNews: Wezîrê Derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov, di derbarê daxwazên Tirkiyê de bi avakirina Herêmeke aram li Kurdistana Sûriyê, ragihand ku ew yek gelekî metirsîdar e.

Lavrov got ku bi hinceta avakirina kampan ji bo koçberan ku kesek derbasî Tirkiyê nebe, Tirkiyê ji xwe re dike hincet û daxwaza avakirina wê herêmê dike.

Lavrov eşkere kir ku û got eger herdu “ berîkên kurdan “ ku mebesta wî Efrîn û Kobanê ye, bigihin hevdu, wê rê li ber derbasbûn û piçekirina çekdaran ji bo Sûriyê, bigire.

Lavrov tekez kir ku tirsa Tirkiyê ji wê yekê ye ku rê li ber pirçekirina çekdaran were girtin ku derbasî Sûriyê bibin.

Herwiha Lavrov got ku Tirkiyê bi welatên endam di NATO de pirsa Herêma Arram li Sûriyê( Kurdistana Sûriyê) gotûbêj kiriye, û got avakirina wê herêmê li dijî bingehên yasaya navdewletî ye û ew ê deverê bêtir germ bike