Rojava News: Berpirsê rêxistinê di xwecihiya Yekîtiya Xwendevan û ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava yê bi navê Dawud Ekrem Ebtan duh, ji aliyê kesên rûnixumandî hate revandin, û piştî çend demjimêran hate serbest berdan.
Dawud Ekrem Ebtan ragihand :\" Di dema ku ez ji ezmûnên xwe yên li Kolêja Aborî vedgeriyam , kesên rûnixumandî li ser rêga taxa Neşwa ez girtim û min birin dibistana wê taxê\".
Navbûrî lêzêde kir :\"Piştî ku lêkolînên wan bi dawî hat ez hatim serbest berdan\".
Di dawî de Ebtan got :\"Gelek ciwanên kurd li cem wan kesan girtiyne ta ku PYDê dîlên wan serbest bikin\".
Nalîn Hesen
8:58:22 AM