Print this page

Bazara zêr li Qamişlo sar kiriyeye dolar

10:52:57 AM

RojavaNews: Jêderên taybet ji RojavaNews re ragihandin ku bilindbûna nerxê Dolar di bazarên Sûriyêde bi giştî û Qamişlo bi taybetî , roleke sext li sûka Zêra  kiriye .

Ji ber bihabûna Dolar ya ji nişkave û her gav, xelkên xwedî saman hemî şiyanên xwe berdane ser guhertina pere û samanên xwe bi dolar , ya bûye sedema sarbûna sûka zêr di bajaran de .

Zêrînkerên Qamişlo dibêjin : berî niha girêdana samanan bi wergirtina zêr baştirîn pilanbû ji parastina deravanre da ku nirxê wan kêm nebe , yan jê wek wan digotin :" herwextî zêr di bihabûnêdeye" .

Lê piştî ku dolar kete nava kolanande û berê xwe da koka nerxan , zêrînker bûne temaşevan ber devê dukanên pereguhêran Serafkaran ).  )

Rifat Hacî